Gelek welatan xwestin welatiyên wan bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin
Gelek welatên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê ji welatiyên xwe xwestin ku ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin.
Gelek welatên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê ji welatiyên xwe xwestin ku ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin.
Çînê roja 27’ê Sibatê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îranê û ji welatiyên Çînî yên ku berê li welat in xwest ku “bi lezginî" wir biterikînin. Rêveberiya Pekînê ragihand ku ew ê di pêvajoya valakirinê de piştgiriyê bide mîsyonên dîplomatîk ên Îran û welatên cîran. Çînê ji welatiyên xwe yên li Îsraîlê xwest ku tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.
Di heman rojê de Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê destûr da personel û malbatên wan ên ku di mîsyona dîplomatîk ên li Kudus û Îsraîlê dixebitin, welat biterikînin. Balyozxaneyê diyar kir ku kesên ku dixwazin biterikînin di dema ku balafirên bazirganî dixebitin de divê "îro" tevbigerin. Hin şîrketên mezin ên balafirgehan çûna Tel Avîvê rawestandin.
Kanadayê jî ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku ger ewle be “demildest welat biterikînin".
Gelek welatên ku di nava wan de DYE, Kanada, Brîtanya, Elmanya, Brezîlya û Awûstralya hene hişyariya çûyînê ya nû kirin.
Awûstralyayê jî piştgiriya xwe ji bo derxistina dilxwaz a malbatên dîplomatîk ragihand û ji welatên yên yên li Îsraîl, Lubnan, Qeter, Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî û Urdunê pêşniyaza ji herêmê derkevin kirin.
Welatên wekî Fînlandiya, Swêd, Polonya, Serbistan, Hindistan, Sîngapûr û Kibrisa Başûr jî hişyariya ji bo rêwîtiya fermî ya Îranê weşandin û bal kişand ser zêdebûna bilez a rageşiyê.
Piştî ku tûra dawî ya muzakereyên di navbera DYE û Îranê yê li Cenevreyê pêşveçûnek girîng nehat bidestxistin, ev hişyarî hat kirin.